Nûçeyên Iraqê

Jineke Êzîdî, û zarokin ji destê DAIŞê tên azadkirin li Sûrîyayê

Jineke Êzîdî û çar zarok hatin azadkriin li Sûrîyayê, ku ew "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) di sala 2014 de ew revandibûn, serokê Ofîsa Karûbarên Ezîdîyên Revandî li Duhokê roja Duşemê (13ê Tebaxê) ragihand.

Pênc Êzîdîyên Şingalê ku DAIŞê roja 3yê Tebaxa 2014an de ew revandibûn hatin azadkirin, û aniha Ew di rê de ne bo Îraqê tên veguhestin," Husên Qaidî di daxuyanîyekê de ragihand.

"Revandîyên azadkirî ev in: Xezal Elî Qûlû, û her çar zarokên wê Hebîb Husên Xidir, Eli Husên Xidir, Samî Husên Xidir û Dalya Husên Xidir," wî got.

"Ew li xaka Sûrî hatine azadkirin piştî xebatine mezin, û dê hûragahî di demeke din de bên eşkerekirin," wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500