Nûçeyên Iraqê

Hêzên Îraqî bi sedan mîn û bombeyên bidestçêkirî li Şingalê ji hev dixin

Bêhtirî 350 mîn û bombeyên bidestçêkirî ku ji hêla "Dewlata Îslamî" (DAIŞ) hatine çandin li deverên nêzî Şingalê hatin jihevxistin, Fermandarîya Operasyonên Nînewayê îroj Înê (10ê Tebaxê) ragihand.

Mîn û bombeyên bidestçêkirî, ku bi temamî 359 in, li Qabusîya û Nasrîyayê li Şingalê hatin zeftkirin, dora 80 kîlometran li rojavayê Mûsilê, fermandar Necim Edîn Kerîm Cibûrî ji Diyaruna re got.

"DAIŞ ev bombeyên bidestçêkirî weke davan çandin daku hejmareke mezin ji sivîl û hêzên ewlekarîyê bikujin," wî got.

Wî anî ziman "hinek bombe di xanî û dikanan de hatin dîtin, lê yên mayî di zevîyekî çandinîyê de hatin dîtin," û da zanîn jî ku bi xebateke hevbeş a Ajansa Dijî Terorê û hevpeymanîya navdewletî hatin jihevxistin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500