Nûçeyên Iraqê

Heyva Sor a Sûrî û NY dest bi belavkirina alîkarîyên welatê Fransayê dikin

Karkerên hawarçûnê yên Sûrî û NY dest bi belavkirina alîkarîyên mirovî kirin ên ku Fransa bo Xûtaya Rojhilatî pêşkêş kirine, ya ku îroj Pêncşemê (26ê Tîrmehê) rastî êrîşê hatiye, Heyva Sor a Erebî ya Sûrî ragihand.

Rêxistinê li ser Twitterê got ku 3,840 betanî, 572 sindoqên pêdivîyên pêjgehê û kon ji alîkarîyên Fransayê", herwiha 30 sindoqên amûrên bijîşkî, di demeke dereng de ji sibeha Pêncşemê hatin belavkirin, AFP ragihand.

Heft kamyon derbasî Dûmayê bûn, bajarokê sereke li Xûtayê, û alîkarî li wir peya kirin, çavkanîyekê ji rêxistinê got.

Niştecihên Xûtaya Rojhilatî pênc sal ji dorpêçkirineke malkwêraker jîyan kirin, ku piranîya pêdivîyên xwarinê yên sereke û yên bijîşkî ne berdest bûn, tiştê ku hişt dora 400,000 kes neçar bibin û xwe bispêrin alîkarîyên NY.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500