Nûçeyên Iraqê

Hêzên Îraqî gundên li ser sînorên Sûrîyayê paqij dikin

Hêzên hevbeş ên Îraqî gundên li beşê rojavayî ji welat dimalin bo paqijkirina wê devera li ser sînorê bi Sûrîyayê re ji molgehên "Dewleta Îslamî"(DAIŞ).

Operasyon rûbereke 80 kîlometrî li ser sînorê di navbera Sûrîyayê û parêzgeha Enbarê de dide ber xwe, peyvdarê Fermandarîya Operasyonên Hevbeş, emîd Yehya Resûl îroj Înê (20ê Tîrmehê) ji Diyaruna re ragihand.

"Operasyon paqijkirina van deveran bi temamî [ji bermahîyên DAIŞê] armanc dike û herwiha girtina tunêlên jêrzemînî û veşartgehên ku rêxistinê ew bi dirêjahîya sînorê bi Sûrîyayê re kolane," wî got.

Wî anî ser ziman "sê veşartgeh ku çek û cebirxane dihundirandin hatin dîtin, û şeş kesên gumanbar hatin giritn û aniha li jêr lêpirsînê ne ji hêla hêzên ewlekarîyê ve."

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500