Nûçeyên Iraqê

7 endamên "polîsê şerîetê" yên DAIŞê dê hemû jîyan xwe di zindanê de derbas bikin

Dadgeha Tawankarîya Navendî li Bexdayê Pênşemê (19ê Tîrmehê) hukmê bihûrandina tevahîya jîyanê di zindanê de li heft endamên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) li parêzgeha Nînewayê birî.

"Dadgeha Tawankarîyê ya Navendî hukmê bihûrandina jîyanê di zindanê de li heft gunehbarên ku mukur hatine ku ew endamên Polîsê Şerîetê yê DAIŞê ne birîn," peyvdarê Encumena Bilind a Dadwerî, dadwer Ebdul Setar Bêreqdar ragihand.

"Gunehbaran mukur hat ku wan alîkarî û piştgirîya lojistî daye rêxistina terorîst di pêkanîna tawanên wê û wan beşdarî kir di êrîşên li ser hêzên ewlekarî û serbazî de," wî got.

Wî got ku mukirhatinan eşkere kir ku gunehbaran beşdarî di rahînaneke serbazî û olî de kiriye berî ku ew tevlî "polîsê şerîetê" yê rêxistinê bibin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500