Nûçeyên Iraqê

Çar endamên DAIŞê li Mûsilê tên girtin

Çar endamên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) hatin girtin di operasyonekê de li rojhilatê Mûsilê, Fermandarîya Operasyonên Nînewayê îroj Çarşemê (18ê Tîrmehê) ragihand.

"Hêzeke hevbeş a artêş, polîs û hewarîya Mûsilê sibeha Çarşemê çar endamên DAIŞê girtin li taxên Zehra û Qahîrayê li rojavayê Mûsilê," fermandar Necmedîn Kerîm Cibûrî ji Diyaruna re ragihand.

"Wan bernav bikar tanîn û vegerîyabûn deverê bi rêya xweveşartina di nava bêwaran de," wî eşkere kir, û da zanîn jî ku endamên DAIŞê hatin destnîşankirin bi rêya agahîyên ku xelkê dane.

Du ji wan endaman ser bi "hesba" rêxistinê ve bûn (polîsê şerîetê), yek ji wan çekdarê DAIŞê bû, û yê çarem endamê komîteya "fetwasaz" ya DAIŞê bû, li gorî peyvdarê Wezareta Hundir a Îraqî, emîd Saed Maen.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500