Nûçeyên Iraqê

Komên opozîsyona Sûrî rêkeftineke agirbestê li Qahîrayê wajû dikin

Hejmarek ji komên opozîsyona Sûrî yên li devera beravî ya Sûrîyayê kar dikin roja Duşemê (16ê Tîrmehê) rêkeftineke agirbstê li Qahîrayê wajû kirin, Malpera Ehramê ya Misrî ragihand.

Rêkeftin bi sponserîya Hewaligirîya Giştî ya Misrê hate wajûkirin, û ji hêla Rûsîyayê ve tê garantîkirin û herwiha ji hêlatevgera el-Xed el-Sûrî ve (Siberoja Sûrîyayê) ya ku navenda wê li Qahîrayê ye, û Ehmed Cebra pêşengtîya wê dike.

Rêkeftin lihevkirinek derbarê beşdarbûna di xebatên şerkirina li hember terorê de, karkirina bo gihaştina bi lihevkirineke siyasî ji alaozîya Sûrîyayê re, vegera penaberan û kesên di hundirê welat de koç bûne, û serbestberdana girtîyan dihundirand.

Herwiha komine Sûrî yên çekdar ên din li gundewarê bakurî yê Homsê, di nav de Ceyş el-Tewhîd, li ser lihevkirinekê wajû kirin bo beşdarîkirina di xebatên şerkirina li hember terorê li Sûrîyayê û peydakirina hêzeke parastina aştî û ewlehîyê de.

Serokên koman rêkeftin di dema hevdîtinan de li Qîharayê wajû kirin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500