Operasyoneke serbazî ya nû bi piştgirîya hevpeymanîya navdewletî dest pê kir daku bermahîyên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) li devera navbera Hedîsa, bakurê Feratê, û biyabana Mûsilê têk bibin, Fermandarîya Operasyonên Enbarê îroj Duşemê (16ê Tîrmehê) ragihand.
"Hêzên Îraqî, ku ji artêşê, Ajansa Dijî Terorê û hêzên êlî pêk tên, bi piştgirîya balefirên cengî yên hevpeymanîyê, operasyoneke paqijkirinê dest pê kirin bo maliştina 200 kîlmetran ji deverên biyabanî, gund û newalên di navbera parêzgeha Nînewa û Hedîsayê de, li rojavayî Enbarê," fermandar lîwa Mehmûd Felahî ji Diyaruna re got.
"Agahî dibêjin ku şanên DAIŞê û terorist ji kendûkozên deverê sûê werdigirin bo veşartin û xwenûrêxistinkirinê, tiştê ku hişt hêzên Îraqî operasyonekê pêk bînin," wî got.
Da zanîn ku veşartgeheke ku çekên cihêreng dihundirîne hat dîtin, û tunêlek jêrzemênî hat wêrankirin daku rê li ber terorsîtan bigrin ku ew dubare wê bikar bînin.