Nûçeyên Iraqê

Hêzên rejîmê alê li Derayê, dergûşa şoreşa Sûrî, hildidin

Hêzên rejîma Sûrî derbasî beşên jêr kontrola opozîsyonê li başûrê bajarê Derayê bûn doh Pêncşemê (12ê Tîrmehê), û ala xwe li dergûşa şoreşa Sûrî hildan, li bajarê ku şerê Sûrîyayê yê heft-salî lê dest pê kir, AFP ragihand.

Derengîya Çarşemê, medyaya fermî ragihand ku rejîm gihiştiye lihevkirinekê bi çekdarên opozîsyonê re bo ew çekên xwe yên giran li beşên jêr kontrola opozîsyonê radest bikin.

Roja Pêncşemê karwaneke polîsê serbazî yê Rûsî û berpirsine rejîmê derbasî bajêr bûn bo bilindkirina alê.

Lê Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov got ku hildana alê tenê "sembolîk" bû.

Rewangehê got ku rêkarên pêkanîna tiştê bi navê rêkeftina lihevanînê li beşên li jêr kontrola opozîsyonê li bajêr hîn nehatiye pêkanîn.

Serokê Rewangehê Ramî Ebdul Rehman got ku çekdarên opozîsyonê hîn li hundirê bajarê Derayê bûn, lê çekên xwe yên giran hîn radest nekirine, û tu nîşan têkildarî tu valakirinê tune bûn.

Çalakvanekî bi navê Omer Herîrî got ku hêzên Rûsî û yên rejîmê ji bajarê Derayê derketin roja Pêncşemê piştî hildana alê.

"Em texmîn dikin kesên ku li dijî lihevanînê ne dê di rojên bên de werin derxistin," wî got. "Piştî vê yekê dê rejîm bi temamî û bi awayekî fermî derbas bibe, û dest bi teftîşê bike, ku dê bihêle em bibêjin bajêr li jêr kontrala wê ya tam e."

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500