Dadgeha tawanan a Îraqî li parêzgeha Meysanê îroj Sêşemê (10ê Tîrmehê) rêveberê berê yê Banka Çandinî bi 10 sal zindan ceza kir têkldarî sûcên gendelîyê, jêderekî dadwerî eşkere kir.
"Dadgeha tawanan a Mîsanê ya ku pispor e di haletê têkildarî destpakîyê de birêveberê berê yê Banka Çandinî li Meysanê û alîkarê wî dad kirin û 10 sal zindan derheqê wî de birîn ji ber gendelîyê û sextekarîyê," peyvdarê Encumena Bilind a Dadwerî, Dadwer Ebdul Setar Bêreqdar di daxuyanîyekê de eşkere kir.
"Hat selmandin ku her du gunehbaran 283 sened saz kirine, û 674 çîkên bankî hatin dizîn û xerckirin bi behayê 211 milyar dînarên Îraqî ($177 milyon)," wî got.
"Dadgehkirinê xwe sipart hûrgilîyên madeya 316ê ya yasaya cezayan," wî got.