Nûçeyên Iraqê

Opozîsyona Sûrîyaê nêzî rêkeftinekê ye bi Rûsyayê re derbarê Deraayê

Çekdarên opozîsyonê li Deraayê îro Înê (6ê Tîrmehê) gotin ew nêz in ji gihiştina bi rêkeftinekê bi hevalbenda rejîmê re, Rûsya re, di nav de agirbestek û radestkirina hin erdan, AFP ragihand.

Civîneke din di navbera şanderên Rûsî û yên opozîsyonê de di paşnîvroya îro Înê de berdewam bû, lê tu teqezkirin derbarê lihevhatina dawî tune ye.

Lê xalên sereke ji AFP re ji alîyê du peyvdarên bi navê fermandarîya opozîsyona hevbeş ve li başûr hatin eşkerekirin.

Husên Ebazîd got ku agirbestek dê li parêzgeha Deraayê were girêdan, û opozîsyon dê çekên xwe yên giran hêdî hêdî radest bike li hember ku rejîm ji çar bajarokên ku vê dawîyê dest danî ser wan vekişe.

Wî çaxî hêzên rejîmê dê rêya sereke ya bi dirêjahîya sînorê bi Urdinê re kontrol bike, heta bi derbasgeha Nesîbê ya sînorî.

Ebazîd got ku "derbasgeha Nesîbê dê bikeve jêr birêveberîyeke sivîl a Sûrî bi serperiştîya Rûsî".

Rejîm û Rûsya îro Înê derbasgeh kontrol kir, piştî ku ew zêdeyî sê salan li jêr kontrola opozîsyonê bû.

"Siwareyên ku polîsê serbazî yê Rûsî û nûnerên birêveberîya sînor a hikûmeta Sûrî bê şer derbasî derbasgehê bûn," serokê Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov Ramî Ebdil Rehman got.

Ebazîd got ku herwiha rêkeftina destpêkî guhestina ewleh ji herî kêm ji 6000 kesan re dihundirîne, di nav wan de çekdar û sivîl ber bi parêzgeha Idlibê ve.

Hevalbenda rejîmê Rûsya navbeynkirin di giftûgoyan de dikir daku çekdarên opozîsyonê yên giftûgoyan dikin xwe radest bikin.

Giftûgo roja Çarşemê hilweşîyanEv yek bû sedema êrîşên asmanî, bermîlên teqîner û mûşekên ku rojeke tam berdewam kirin û dawî zext li opozîsyonê kir ku vegere ser maseyê. Wan Îro Înê dora nîvroyê dest bi giftûgoyan kir.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500