Nûçeyên Iraqê

Îraq dest bi sûra hesinî bi Sûrîyayê re dike bo rawestandina DAIŞê

Îraqê dest bi avakirina sûreke dirêj kir li ser sînorê xwe yê bi Sûrîyayê re bo rêgirtin li ber derbasbûna çekdarên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ), AFP duh Yekşemê (1ê Tîrmehê) ragihand.

"Deh rojan berê me dest bi avakirina sûreke ewlehî û bircên çavdêrîyê kir bi dirêjahîya sînorên bi Sûrîyayê re," berdevkê pasvanên sînor ê Parêzgeha Enbarê, Enwer Hemîd Nayif anî ser ziman.

Rêbend kendeke bi pehnbûna şeş metran, kamîrayên ser germahîyê kar dikin û yên çavdêrgehan dihundirîne.

Sûr heta niha 20 kîlometran ber bi bakur ve dirêj bûye ji dordora devera Qaîmê.

Bi giştî sînor dora 600 kîlometran dirêj dibe.

Nayif got ku pisporin ji Wezareta Berevanîyê û hevpeymanîya navdewletî ew dê werin "bo nirxandina karîgerîtîya sûrê".

"Eger wan damezrandina sazûmendan pesend kir, em dê bi dirêjahîya sînorê bi Sûrîyayê re berdewam bikin," wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500