Desthilatdarîya Îraqî 430 hisabên medayaya civakî qedexe kirine, hisabên ku destek didan îdyolojîya "Deweta Îslamî", Wezareta Karê Hundir a Îraqî roja Pêncşemê (28 Hezîranê) got.
Wezaretê di daxuyanîyekê de got ku sed hisabên Twîterê û 330 hisabên Facebookê yên destekê didin îdyolojîya DAIŞê hatine girtin.
"Em welatîyan han didin ku ji nûçeyên [ji alîyê hisabên alîgirê DAIŞê ve] li ser medyaya civakî tên weşandin xafil nebin û wan ragihînin daku werin girtin," daxuyanîyê got.