Nûçeyên Iraqê

Hêzên Îraqî operasyoneke lipeygerînê ya berfireh li biyabana Mûsilê pêk tînin

Hêzên Îraqî dest bi operasyoneke berfireh kirin li parêzgeha Ninewayê, ya ku dê biyabana Mûsilê bide ber xwe , di çarçoveya lêgerîna li molgehên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ), Fermandarîya Operasyonên Nînewayê îroj Pêncşemê (28ê Hezîranê) ragihand.

Hêzin ji artêşa Îraqî, polîs û hêzên nefermî, bi piştgirîya hêzên asmanî yên Îraqî di operasyonê de beşdar dibin, Fermandar Nejim Edîn Kerîm Cibûrî ji Diyaruna re ragihand.

Wî got ku ew dê bêhtirî 54,000 kîlometran ji deverên biyabanî û erdên çandinîyê ji bermahîyên DAIŞê paqij bikin.

Wî ragihand "Em êrîşî şanên bermahîyên DAIŞê û tunêlên wan ên binerdê dikin daku em wan ji çi derfeta ku dîsan li hev kom bibin an çi metirsîya ku li ser bajarên me yên rizgarkirî çêbikin bêpar bikin."

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500