Nûçeyên Iraqê

Bêhtirî 10,000 tundrewên DAIŞ û rêxistina Qaîdayê li Afrîkayê ne

Afrîka war e ji bêhtirî 10,000 tundrûyî re ji "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) û Qaîdayê li Mexriba Îslamî (AQIM), hevpeymanîya navdewletî ya şerê DAIŞê li Îraq û Sûrîyayê dike, Sêşemê (26ê Hezîranê) bihîst.

"Di çarçoveya pêşketina stratîjîya DAIŞê de, Afrîka yek ji deverên herî armanckirî ye," wezîrê derve yê Mexribê Nasir Burîta wiha got di civînekê de li Sxêrat li nêzî Rîbata paytext.

Civîna herêmî, ya ku yekemîn e ji vî celebî, dora 50 şandeyî hundirandin, di nav de 20 ji kîşewera Afrîkayê, AFP ragihand.

Burtîta banga hevkarîyê di navbera dewletên Afrîkayê û yên hevbendîya navdewletî de kir bo têkbirina DAIŞê, û got ku dewletên Afrîkayê "dikarin gelek tiştan fêr bibin" ji hevbendîyê.

Ji bilî Sûrîya, Îraq û Avxanistanê, kîşewera Afrîkayê ji dijwartirîn êrîşên tundrû gazinan dike, Burîta di konferanseke çapemenîyê de ligel Bret MakGurk, şanderê taybet ê serokatîya Amêrkayê bo hevpeymanîya navdewletî bo berengarbûna DAIŞê, got.

MakGurk got ku civînê rê da endamên hevbendîyê ku agahîyan par ve bikin bo nehiştina derbasbûna çekdaran di sînoran re û şerkirina fînansekirina terorîzmê.

Wî got ku baldarîya civînê "li ser hewldana bidawîkirina kar li Sûrîyayê" bû, da zanîn jî ku hevbendîyê dora $90 milyon ji bernameyên nûavakirinê re li Sûrîya û Îraqê pêşkêş kir.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500