Nûçeyên Iraqê

Dermanên hişbir hatin desteserkirin di êrîşên ewlekarîyê de li Besrayê

Polîsê Îraqî dest danî ser 33,000 hebikên narkotîk û 55 kesên ku ji ber tawanên cihêreng tên xwestin girtin di çend operasyonên ewlekarî de li Besrayê, Fermandarîya Operasyonên Besrayê roja Sêşemê (26ê Hezîranê) ragihand.

"Hêzên ewlekarîyê 48 kesên tên xwestin girtin li Besrayê, û dest danîn ser 33,000 hebikên narkotîk û du bazirganên hebên hişbir li devera Qiblayê girtin," fermandarîyê di daxuyanîyekê de got.

Daxuyanîyê got ku hêzên ewlekarîyê herwiha destê xwe danîn ser çar tankên nefta qaçax û ajokar li navçeya Dêr girtin.

Daxuyanîyê got ku wan jinek girt li navçeya Qurnayê li bakurê Besrayê, ku dermanên hişbir pê re hebûn.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500