Nûçeyên Iraqê

Hêzên Îraqî serkêşekî DAIŞê li Selahedînê kuşt

Serkêşekî "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) hat kuştin di operasyoneke hevbeş a artêş û polîs de li Şirqatê êvara Yekşemê (24ê Hezîranê), Polîsê Selahedînê roja Duşemê ragihand.

"Hêzên hevbeş êrîş birin ser avahîyeke DAIŞê li Girava Şirqatê ku şeş terorîst tê de bûn, di nav de serkêşekî DAIŞê yê payebilind bi navê Ebû Îslam Îraqî," cîgirê serokê polîsê Selahedînê, eqîd Ehmed Tikrîtî ji Diyaruna re ragihand.

Wî got ku her şeş endamên DAIŞê hatin kuştin, û çek û teqemenîyên di veşargehê de hatin dîtin hatin desteserkirin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500