Nûçeyên Iraqê

Dadgeha Bilind a Îraqî fermana dubare hejmartina bi destan a dengdan dide

Dadgeha Bilind a Îraqî îroj Pêncşemê (21ê Hezîranê) ferman kir ku dengên hilbijartinên perlemanî yên meha borî hatin lidarxistin dubare bi destan werin hejmartin ji ber angaştên têkildarî sextekarîyê, AFP ragihand.

Dadgehê dît ku biryara parleman ya têkildarî hejmartina dengan bi destan di bersivdayîna angaştên têkildarî sextekarîyê makzagonê binpê nake, serokê dadgehê Medhet Mehmûd di konferanseke rojnamevanî de ragihand.

Muhmed got ku dora 11 milyon deng, di nav de dengên dengderên li dîsporayê dimînin, ligel bêwar û hêzên ewlekarîyê jî, dive dubare bên hejmartin.

Di hilbijartinên 12ê Gulanê de lîsteya hilbijartinê ya zanayê olê Muqteda Sedir û kominîstan li pêş bû, herwiha kesayetên siyasî yên naskirî û xwedan dîrok li derveyî hesabên dengderan man, ên ku guhertinê hêvî dikin.

Encam bû cihê nakokîyê -- bi taybet ji alîyê stafê siyasî yê kevin ve -- piştî angaştên têkildarî sextekarîyê, di yekemîn hilbijartinê de li Îraqî ji çaxê binxistina "Dewleta Îslamî" (DAIŞ).

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500