Nûçeyên Iraqê

NY: Rejîma Sûrî berpirsê tawanên dijî mirovahîyê ye li Sûrîyayê

Lêkolînvanên NY Îroj Çarşemê (20ê Hezîranê) gotin ku rejîma Sûrî û hêzên hevbendên wê tawanên dijî mirovahîyê pêk anîne di dema dorpêçkirina Xûtaya Rojhilatî de ya ku pênc salan dom kir, AFP ragihand.

Komîsyona Lipeygerîna Navdewletî bo Mafên Mirov li Sûrîyayê "şêweyê şer li Sûrîyayê şermezar kir ku ew berberî ye", lipeygerên NY di daxuyanîyekê de gotin piştî belavkirina 23 pelikan ku hûrgulîyên êş û azara sivîlan tîne ziman.

Di dema bilindkirina hêzên bi ser rejîmê ve hilmeta xwe ku dîsa kontrolê li ser asêgeha opozîsyonê bike di navbera Sibat û Nîsanê de, wan tektîkên ku "bi awayekî ecêb neqanûnî bûn" bi kar anîbûn, raportê got.

Raportê anî ziman ku tektîk, "sizakirina niştecihên Xûtaya Rojhilatî armanc dike û neçarkirina niştecihan bi gelemperî li ser birçîbûn û radeskirinê".

Raportê bi hezaran kesên xembar wesifdan yên ku ji çend mehan ve li jêrzemînên qirêj dimînin bi kêmbûna parên xwarinê û hejmareke piçûk ji tedbîrên parastina tenduristîyê heke pêyda bibe, dema barandina bombe û mûşekan.

Raportê teqez kir ku kiryarên ku hêzên bi ser rejîmê ve pêk tîne di dema dorpêçkirinê de "di nav de birçîkirina ji qazî ve ji niştecihên xwecihî re weke şêweyekî ji şêweyên şer, digihêje tawanên li dijî mirovahîyê ji kiryarên nemirovî yên ku janeke dijwar a aqil û laş çêdike".

Komîteyê herwiha rêxistina Ceş el-Îslam, Ehrar el-Şam û Tehrîr el-Şam bo pêkanîna wan ji "tawanên şer" re rexne kir di rêya "êrîşên gelemşeyî" de yên li ser Şamê pêk anîbûn.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500