Topên opozîsyonê bi ser bajarê Swêdayê yê li başûrê Sûrîyayê ketin îroj Sêşemê (19ê Hezîranê) bo cara yekem di sê salan de, û hêzên nû yên rejîmê giheştine deverê, AFP ragihand.
Hikûmet piranîya parêzgeha Swêdayê kontrol dike lê çekdarên opozîsyonê hîn jî piranîya parêzgehên Deraa û Qunêtrayê kontrol dikin.
Îroj Sêşemê, Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov got ku hêzên opozîsyonê bajarê Swêdayê topbaran kir, " di encamê de teqînên mezin çêbûn lê tu qurbanî tune ne".
"Ev yekem car e ji 2015an ve ku bajar rastî topbaranê tê," serokê Rewangehê Ramî Ebdul Rehman got.
Swêdaya ku şênîyên wê bi piranî ji hindikahîya Dirûz in, kêmzêd e ewle maye ji destpêka şerê heft-salî yê gurbûyî li başê mayî ji welat.
Lê belê çekdarên opozîsyonê beşek ji erdê li rojavayê Swîdayê, hevsînorî asêgeha wan a serekî li parêzgeha Deraayê, kontrol dikin, û pevçûn û pevguherîna agir nû bû li wê deverê di rojên dawî de.
Hikûmeta Sûrîyayê daniye ber çavên xwe hebûna opozîsyonê li başûr bi dawî bike û ev çend heftî ne ku hêz û alavên xwe li wir bi cih kirine.
Lê belê hikûmetê herwiha bal kişand ser egera sazaneke siyasî li dor çarenivîsa başûr.
"Em ber bi başûr ve ketine tevgerê û em fersendeyekê didin prosesa siyasî," Serokê Sûrîyayê Beşar Esed heftîya borî got.
"Eger ew bi ser nekeve, tu rê li pêşîya me namînin ji bilî rizgarkirina wê bi zorê."