Nûçeyên Iraqê

Hêzên Îraqî çend veşargehên DAIŞê li Enbarê wêran kirin

Sê veşargeh û çar tunêl tije çekên vedigerin "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) di operasyoneke ewlehî de li rojavayê Enbarê hatin wêrankirin, Fermandarîya Operasyonên Enbarê îroj Duşemê (18ê Hezîranê) ragihand.

"Hêzeke artêşa Îraqî û Zîrevanên Sînor roja Yekşemê êrîşeke mezin û operasyoneke lêgerînê pêk anîn li Girava Qaimê û Rumanayê li ser sînorê bi Sûrîyayê re," fermandar, lîwa Mehmûd Falahî ji Diyaruna re ragihand.

Wî got ku heft tunêlên raz ên ku endamên koma tawankar bi kar tanîn di tevgerên xwe de ji deverekê bo devera din hatin xetmandin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500