Nûçeyên Iraqê

Hêzên hevbeş du endamên DAIŞê li başûrê Mûsilê girtin

Hêzeke hevbeş a Polîs û Ajansa Dijî Terorê du endamên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) li bajarokekî li başûrê Mûsilê girtin, polîsê Nînewayê îro Duşemê (11ê Hezîranê) ragihand.

"Hêzeke hevbeş operasyoneke parêzî pêk anî li ser avahîyeke neniştecihkirî li Hemam el-Elîlê," serokê polîsê Nînewayê Hemed Namis Cibûrî ji Diyaruna re ragihand.

Wî eşkere kir ku du endamên DAIŞê hatin girtin di operasyonê de, û hêzên ewlekarîyê dest danîn ser topan, cebirxaneyan, û çekên sivik û weset û diravên biyanî.

Wî got ku agahî ji girtîyekî DAIŞê hatin bidestxistin di lêpirsînekê de, û ew li cihê her du endaman, ên ku nasnameyên sexte ligel wan bûn, mukir hat.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500