Nûçeyên Iraqê

Êrîşên Sûrî 15 sivîl kuştin piştî êrîşeke tundrewan

Hêzên rejîmê herî kêm 15 sivîl kuştin roja Yekşemê (10ê Hezîranê) di êrîşên asmanî ên ku li bakur û rojavayê Sûrîyayê hatin cîbicîkirin weke bersiveke toldar ya diyar li dijî êrîşeke tundrewan li ser du gundên dorpêçkirî ji alîyê hikûmetê ve, AFP ragihand.

Êrîşan zincîrekê ji bajarok û gundên ku li bakur û rojavayê parêzgeha Idlibê dikevin bombebaran kirin, gund û bajarokên ku thema bibêje ji alîyê çend tundrewan û çekdarên opozîsyonê yên tund ve tên kontrolkirin.

Li bajarokê Teftenazê, êrîşan deh sivîl kuştin, hin ji wan zarok in, Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov got.

Serokê Rewangehê Ramî Ebdul Rehman got ku êrîşan herwiha li nêzîkî nexweşxaneyeke zarokan xist, ku ew nexweşxane nema dikare xizmetê pêşkêş bike.

Pênc sivîlên din di êrîşên ku girtine ser bajarokên din de hatin kuştin.

Êrîşên asmanî hatin piştî rojekê ku tundrwên Tehrîr Şamê êrîşek girt ser Fuaa û Kefreyayê, du gundên ku li jêr kontrola rjîmê bûn lê hêzên tund ew îzole kirin.

Şeş çekdarên alîgirê rejîmê û herî kêm sê ji Tehrîr el-Şam di şer de hatin kuştin, şerê ku roja Yekşemê berdewam kir.

Ji hêleke din ve, Sekreterê Giştî yê NY Antonyo Guteres roja Yekşemê bang kir ku peygerînek çêbibe derbarê êrîşên ku tê gotin ku ji alîyê balefirên Rûsî ve li Sûrîyayê hatine cîbicîkirin, bi dehan xelk kuştine di nav wan de zarok.

Êrîşa asmanî di şeva 7ê Hezîranê heta 8ê Hezîranê de gundê Zerdenayê li Idlibê kir armanc û 44 kes kuştin di nav wan de şeş zarok.

Di daxuyanîyekê de, Guteres "nîgeranîyeke mezin" derbarê êrîşan derbirîn kir û bang kir ku "peygerînên tevgir derbarê êrîşan werin cîbicîkirin, bi taybet angaştinên dibêjin ku herwiha êrîşeke duwem heye ya ku bersivdêrên yekem dikin armanc da ku kesên berpisyar siza bikin".

Wî careke din bang kir ku Idlib beşeke ji rêkeftina kêmkirina şer a Sûrîyayê ye, rêkeftina ku Tirkîya, Rûsya û Îran gihabûnê û wî ev misogerker han dan ku pabendîyên xwe bi cih bînin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500