Nûçeyên Iraqê

Balefirên leşkerî yên Îraqê çeperên DAIŞê di hundirê Sûrîyayê de wêran dikin

Balefirên leşkerî yên Îraqê êrîşine asmanî li ser bajarê Hacîna yê Sûrî li rojhilatî bajarê Dera Zorê pêk anîn û çeperin "Dewleta Îslamî"( DAIŞ) wêran kirin, wezareta berevanîyê ya Îraqî îroj Pêncşemê (7ê Hezîranê) ragihand.

"Belfirine Îraqî ji celebê F16 sibeha Pêncşemê, li ser bingeha zanyarîyên hewalgirî yên tekûz, bargeheke kontrolê rûxandin ku di hundirê xwe de serkirde û çekdarine rêxistina terorîst a DAIŞê dihewandin li devera Hacînê di nava Sûrîyayê de ," wezaretê di daxuyanîyekê de got.

Daxuyanîyê got ku êrîşê armancên xwe bi dest xistin û çeper bi giştî hatin wêrankirin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500