Nûçeyên Iraqê

Girtina 5 endamên DAIŞê li Mûsilê

Hêzên Îraqî li rojavayê Mûsilê pênc payeberzên "Dewleta Îsalmî" (DAIŞ) girtin, ew endamine xwedî peleke reş in ji ber tawanên wan ên di dema kontrola rêxistinê li ser bajêr de, polîsê Nînewayê îroj Sêşemê (5ê Hezîranê) ragihand.

"Li gorî amojgerîyên ku welatîyan pêşkêş kirine, hêzên hevbeş ên polîsê xwecihî û Ajansa Dijî Terorê pênc endamên DAIŞê yên payeberz girtin, yek ji wan ku ji ber tawanên cihêreng ên têkildarî terorê dihat xwestin û bêyî amadebûna wî hikum lê hatiye birîn," serokê polîsê Nînewayê emîd Hamid Namis Cibûrî ji Diyaruna re got.

"Êrîşên nişkayî li Tel Roman, Mamûn û Zencilî li rajavayê Mûsilê her pênc endam girtin, ên ku bi awayekî cihê vegerîyabûn Mûsilê îsal bi nav û nasnameyên sexte," wî got.

Wî got yek ji wan çek pê re bûn, û yekî din bombeyên bidestçêkirî pê re bûn, da zanîn jî "belkî wan hewl dida ku ji nû ve şaneke terorî ava bikin daku ewlehîya bajêr armanc bikin".

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500