Nûçeyên Iraqê

Rewangeh: DAIŞ 45 çekdarên alîgirê rejîmê di êrîşa li rojhilatê Sûrîyayê de dikuje

Êrîşeke ji alîyê "Dewleta Îslamî" ve li rojhilatê Sûrîyayê 45 çekdarên alîgirê rejîmê kuştin, AFP îro Sêşemê (5ê Hezîranî) ragihand.

Çekdarên DAIŞê roja Yekşemê dest bi operasyonê kirin li dijî gundên Newala Feratê yên ku sala par hêzên hikûmetê û hevalbendên wê dest danîbû ser wan û çar ji wan vegerandibûn, Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov got.

Gund li ser rêya di navbera paytexta herêmî Dêra Zorê û bajar Elbû Kemalê dikevin, bajarê ku li ser sînorê bi Îraqê re ye.

Nêzîkî van gundan bajarokê Hajîn ê piçûk heye, ew yekane navenda niştecihî ya herî mezin e ku hîn li jêr kontrola endamên DAIŞê ye.

Birêveberê Rewangehê Ramî Ebdil Rehman got ku herî kêm 26 çekdarên DAIŞê jî hatin kuştin ji çaxê ku şerê "dijwar" roja Yekşemê dest pê kiriye.

Wî got ku heta aniha tu destwerdan ji alîyê balefirên şer ên Rûsî ve, yên ku piştgirîya hêzên alîgirê hikûmetê dikin, li herêmê çênebûye.

Rewangehê got ku qurbanî di rêzên alîgirên rejîmê de bi piranîya xwe ji çekdarên milîsên li deverê ne, di nav wan de komin ji Îraq, Efxanistan û Hizbula ya Libnanê ne.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500