Nûçeyên Iraqê

Hêzên Îraqî şeş şanên DAIŞê li Mûsilê ji hev xistin

Wezareta Îraqî ya Karê Hundir îro Înê (1ê Hezîranê) got ku hêzên ewlekarîyê êrîşên ku şana "Dewleta Îslamî" li Mûsilê plan kiribûn têk bir, herwiha bajar xwe amade dike bo pîrozkirina salvegera yekem a derxistina rêxistinê.

"Operasyonên parêzî yên ji alîyê Ajansa Dijî Terorîzmê û polîsê xwecihî ve şana terorî ya şeş-endam ji hev xist," berdevkê wezaretê emîd Saed Maen ji Diyaruna re got.

Endamên şanê "plan dikirin ku teqemenîyên bidestçêkirî biçînin li deverên ku xelk dê lê bicivin daku salvegera yekem a rizgarkirina bajarê xwe ji DAIŞê pîroz bikin," wî got.

"Operasynên ku li gelek deveran hatin cîbicîkirin, endamên şanê girtin û dest danîn ser bombeyên ligel wan," wî anî ziman.

"Hin ji girtîyan mikur hatin ku wan nêt dikir ku êrîşên terorî li bajarok cîbicî bikin," Maen got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500