Nûçeyên Iraqê

Pentagon haydarîyê dide Esed têkildarî êrîşkirina li ser QSD

Pantegon roja Pêncşemê (31ê Gulanê) serokê Sûrîyayê Beşar Esed ji êrîşa li ser Hêzên Sûrîya Demokratîk (QSD) hevbendîya Kurdî- Erebî, ya ku kontrola rojhilatê bakurê Sûrîyayê dike, haydar kir, AFP ragihand.

"Divê çi alîyê ku bercewendîdar e li Sûrîyayê fêm bike ku êrîşa hêzên Amêrkî yan hevparên me di hevpeymanîyê de dê siyaseteke bed e," ferîq Kennes MaKenzî, birêveberê stafa hevbeş got.

Haydarkirinên wî hat piştî Esed ji Desteya Ragihandina RT a Rûsî re got ku ew dê dudil nebe ji bikaranîna hêzê bo vegerandina sêyeka welat a ku li jêr destên QSD ye.

Paşê berdevkê Pantegonê Dana Wayt anî ziman ku Amêrka naxwaze destê xwe têxe şerê navxweyî yê Sûrîyayê de, û ku ew dê parastinê nede ji bilî deverên ku QSD lê şerê "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) dike.

QSD xwedan piştgirîya asmanî ye ji alîyê hevbendîya navdewletî ya ku şerê DAIŞê dike û piştevanîya li ser zemînê ji aliyê hêzên taybet ên Amêrkî û Fransî ve.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500