Nûçeyên Iraqê

Hêzên Îraqî ewlehîyê li dirêjahîya sînorên Sûrîyayê xurt dikin

Hêzên Îraqî, bi piştgirîya hêzên Îraqî yên asmanî û hêzên hevpeymanîya navdewletî, dest bi operasyoneke nû kirin îroj Pêncşemê (31êGulanê) bo xurtkirina ewlehîyê li dirêjahîya sînorê bi Sûrîyayê re, lîwa Mehmûd Felahî ji fermandarîya Operasyonên Enbarê ji Diyaruna re got.

Wî got ku operasyon dê 200 kîlometran ji sînorê Enbarê yê bi Sûrîyayê re bigre ber xwe.

"Sê tunêlên ku Îraqê û Sûrîyayê bi hev girêdidin hatin rûxandin, û otombîleke petrolê, kamyon û depoyên çekan hatin desteserkirin li devera Wadî Qahaf a hevsînorî", wî got.

"Operasyon girtina hemû kunên ku terorîstên DAIŞê tê re derbasî Îraqê dibin armanc kirin," wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500