Nûçeyên Iraqê

170,000 malbat divegerin malên xwe li Selahedînê

Bêhtirî 170,000 malbatî vegerîyan malên xwe li Parêzgeha Selahedînê heta niha vê salê, piştî derbasbûna wan ji taqîkirina paşxanî bo sehkirina li nasnameyên wan, Wezareta Berevanîyê ya Îraqî roja Sêşemê (29ê Gulanê) got.

Malbatên bêwarkirî ji hêla "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) vegerîyan malên xwe li Tekrîtê, Dor Sakinî, Dor, Ebû Ecayl, Şerqat, Bacî, Telûl Bac, Şêx Elî û Silêman Beg, wezaretê di daxuyanîyekê de got.

"Bernameya vegerandina hemû kesên bêwar bo malên wan, piştî ku ji bermahîyên DAIŞê bên şûştin û piştî rakirina mayîn û bombeyan, dê berdewam be bi alîkarîya wezaretên şaredarîyan, hundir û koç û koçberîyê," wezaretê got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500