Teqnînên depoyên fîyûl û çekan hejandin li serbazgeheke asmanî ya rejîmê li navenda Sûrîyayê îro Înê (18ê Gulanê) qewimîn, û sedema teqînan heta aniha ne diyar e, AFP ragihand.
"Teqînan çendîn depoyên çekan û fîyûlê li balafirgeha serbazî ya Hemayê rûxandin," serokê Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov Ramî Ebdil Rehman got.
Medya fermî ya rejîma Sûrîyayê ragihand ku teqînên mezin li nêzî Hemayê qewimîne, û hin wêneyan di medyaya civakî de stûneke mezin ji dûmanê di zikê asman re bilindibû weşandin.
Ebdil Rehman got ku hîn ne xuya ye bê sedema teqînê çi ye.