Gotûbêjên derbarê Sûrîyayê yên bi serpereştîya Rûsyayê li Astanayê bi bin ketin di danîna dawîkirinekê de ji şerê heft-salî û pêkanîna sazaneke siyasî roja Sêşemê (15ê Gulanê) û wiha jî pêşeroja xebatên diplomasî bo bidawîkirina kirîzî tarûmar bû.
Bi piştevanîya hevalbendên rejîmê ji Rûsya û Îranê û piştgira opozîsyonê Turkîya, gotûbêj li Astanayê dest pê kirin di Kanûna Duyema sala par de, û ew paralîl ligel gortûbêjin bi serpereştîya NY li Cinêvê pêk hatin
Danûstandinên du-rojî yên bi beşdarîya rejîma Sûrî û opozîsyonê gera nehemîn a gotûbêjan bû ku heta aniha li Kazaxistanê pêk tê.
Biryareke hevbeş ji aliyê her sê welatan roja Sêşemê got ku dê civîna li ser asta bilind a tê li dor Sûrîyayê li bajarê Rûsî Soçî di Tîrmehê de pêk were.
Lêbelê opozîsyona çekdar a Sûrîyayê ya ku li Astanayê amade bû hazirbûna boneya li Rûsyayê red kir.