Nûçeyên Iraqê

OPCW teqez dike ku gaza klorê li Seraqiba Sûrîyayê hatiye bikaranîn

Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmawî îro Çarşemê (16ê Gulanê) teqez kir ku gaza kilorê (gengaz e ku weke çekekî kîmawî hat bikaranîn) di êrîşeke Sibatê de li ser bajarokê Seraqibê yê Sûrî, AFP ragihand.

Misyoneke şopandina rastîyê ya girêdayî OPCW destnîşan kir ku "gaza klorê ji sîlînderê bi bandora mîkanîkî li taxa Telîlê ya Seraqibê hat avêtin" di 4ê Sibatê de, rêxistinê di daxuyanîyekê de got.

Encamên tîmê li ser bingeha ku wan du sîlînder dîtin "ên hatin destnîşankirin ku berê klor di wan de bû" û nimûne jîngehî dîtin "diyar kirin ku ku klor bi awayekî ne normal di jîngeha xweihî de heye".

Yazdeh kes hatin dermankirin ji ber zehmetî di henaseyê de li gel wan hebû di 4ê Sibatê de piştî êrîşa li ser Seraqibê, Rewangeha Sûrî bo mafên Mirov di wê demê de got.

OPCW got ku tîmê wê hepeyvîn bi şahidan re çêkirin û dît ku "hejmarek ji nexweşan li siwênkarên bijîşkî piştî demeke kin ji bûyerê îşaret û nimûneyên diyar dikin ku ew rastî klorê hatine".

"Ez bi awayekî xurt bikaranîna materyalên kîmawî yên jehrî weke çek şermezar dikim ku alîyê kî ve be, ji bo çi sedemê be û di çi şert û mercan de be," serokê OPCW Ehmet Uzumcu got. "Ev kiryar dijî qedexekirina vebir ya li dijî çekên kîmawî ye."

Tîmekî şopandina rastîyê yê girêdayî OPCW bendewarîya encaman mîsyona xwe ya li bajarokê Dûmayê yê Sûrî dike cihê ku 40 kes mirin di êrîşa gazê ya angaştî dedi 7ê Nîsanê de.

Tîmê dest bi derxistina terman kir herwiha komkirina 100 nimûneyên jîngehî da ku li laboretorên cihêreng ên Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmawî OPCW de werin dahûrandin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500