Nûçeyên Iraqê

Guftûgoyên li dor Sûrîyayê li Kazaxistanê tên nûkirin

Danûstanderin ji Îran, Rûsîya û Turkîyê li paytexta Kezexistanê Astanayê civîyan roja Duşemê (14ê Gulanê) bo bi dirêjahîya du rojan guftûgoyan bigerînin li dor çareserîyeke siyasî li Sûrîyayê , AFP ragihand

Berdevekê wezareta derve Enwer Zeynakov roja Duşemê tekez kir ku şandeyên her sê hêzan û yên rejîma Sûrîyayê gihaştin paytextê û ketin guftûgoyên girtî de.

Tê payîn ku dê şandeyek ji opozîsyonê di demeke derng de bigihêje roja Duşemê berî hevkombûna giştî ya Sêşemê ya ku dawîya civînê, wî di belavokekê li ser medyaya civakî de got.

Herwiha tê payîn ku dê şanderê NY Stafan dî Mistûra bigihêje paytextê roja Duşemê.

Ji çaxê ku danûstandinên Sûrîyayê par dest pê kirin i Astanayê, wan bi piranî hewl bo mabûna ji rejîmê û ji hevrikên wê yên opozîsyonê bi heman dûrahîyê da.

Lê belê hemû bidestxistîyên sînorkirî di kêmkirina kiryarên dijminakarî de di Sibatê de rawestîyane gava rejîma hevalbenda Moskoyê û Tehranê dest bi êrîşine tund li ser Xûtaya Rojhilatî kir.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500