Nûçeyên Iraqê

Hêzên Îraqî endamekî DAIŞê ku bi serjêkirinê tawanbar e digirin

Sê endamên "Dewleta Îslamî"( DAIŞ) hatin giritn, yek ji wan qurbanî serjê dikirin gava ku rêxistinê Mûsilê desteser kiribû, Polîsê Îraqî ya Parêzgeha Nînewayê roja Sêşemê (8ê Gulanê) rqgihand.

"Hêzeke operasîyonên taybet sê endamên DAIŞê girtin li deverine cihêreng ji Mûsilê ku ew di nav milet de bi navine sexte tevdigerîyan", serokê polîsê Nînewayê, emîd Hemîd Namis Cibûrî wiha ji Diyaruna re got.

Yek ji girtîyan "Selam Nafî ye, ku ew terorîsteke mezin e û bi serjêkirina qurbanîyan tawanbar e û herwiha bi avêtina wan ji jora avahîyan", Cibûrî got.

"Ew vedîtineke giranbuha ye ji hêzên ewlekarîyê re û girtina wî tê wateya xurtbûna ewlehîyê li Mûsilê".

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500