Nûçeyên Iraqê

Îraq: Berbijarê hilbijartinan di pevçûneke malbatî de hatiye kuştin, DAIŞ nerast dibêje

Berbijarekî parlemanî li bakurê Îraqê Duşemê (7ê Gulanê) hate kuştin, û berpirsyar dibêjin ku ew li ser destên kurê xwe di pevçûneke malbatî de hat kuştin piştî ku "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) berpirsîyarîya xwe angaşt kir, AFP ragihand.

Farûq Zerzûr Cibûrî, 45-salî, bi guleyan li mala xwe serê sibê hatibû kuştin li başûrî Mûsilê, berpisyarekî xwecihî got.

DAIŞê bixar angaşt kir ku wê Cibûrî kuştîye.

Lê piştî lêpirsînên di derbarê êrîşê de, berpirsyarine Îraqî ev angaştkirin red kirin û gotin ku kurê wî yê 18 salî mukur hat ku wî ew di pevçûnekê de kuşt.

"Berbijar Farûq Zerzûr Cibûrî... haleta wî bi tû awayî ne têkildarî tawanên terorî ye", berdevkê dadwerîya bilind Ebulsetar Bêreqdar di daxuyanîyekê de ragihand.

"Ew encama pevçûneke malbatî bû, çiku kurê qurbanî bi kuştina bavê xwe muker hatiye".

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500