Nûçeyên Iraqê

DAIŞ angaşt dike ku wê kandîdekî hilbijartina Îraqî kuşt

Çekarinan kandîdekî perlemanî bi demancê li mala wî li bakurê Îraqê îro Duşemê (7ê Nîsanê) kuşt, AFP ragihand, di êrîşeke ku "Dewleta Îslamî" angaşt kir de.

Kandîd "bi demançê hat kuştin" ji alîyê çekdarinan ve di berbangê de piştî wan girte ser mala wî ", Selah Cibûrî, berpirsyarekî xwecihî li Qeyarayê, başûrê Mûsilê, got.

Wî got ku navê kandîdê kuştî Farûq Zerzûr Cibûrî ye, 45 salî ye, Sinî ye û ji lîsteya Hevbendîya Niştimanî ya Cigirê Serok, Îyad Elawî yê Şiî ye.

Biryar e ku hilbijartinên niştimanî li Îraqê roja Şemîyê werin cîbicîkirin.

Di daxuyanîyekê de li ser Telegramê DAIŞê got ku Zerzûr Cibûrî hat kuştin ji ber ku ew "xwedênenas bû".

DAIŞê gef kirin di dawîya Nîsanê de ku ew dê êrîşî navendên dengdanê, dengderan û kandîdan bike, di daxuyanîyekê de ji alîyê berdevkê wê Ebû Hesan Mihacir ve.

Di vidyoyekê de ku li Facebookê hat weşandin roja berî ku ew bimire, Cibûrî bang li dengderan kir ku hayêan ji kandîdên ku wîlayeta wan bi dawî dibe hebe "û ew kandîdên ku dengan dikirin", di peyameke wî de ku ew radihêje kurê xwe yê şeş-salî.

Di vîdyo de, wî soz da bo "hikûmeteke xurt -- ya ku dê guh bide hejar, malbatên şehîdan, nûavakirin û welatîyan".

"Çend rojekê, bi destûra Xwedê, em dê serkeftinê piroz bikin," wî got, ew rûniştîbû li ser gîyayê li derveyî mala wî.

Rûpela wî ya Facebookê li ber lehîya peyamên ku êrîşê şermezar dikin çû.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500