Nûçeyên Iraqê

Serokê komîteya Xaça Sor dibîne ku Sûrîya nêzî "nûveavakirinê" dibe

Xuya ye ku pêşkêşkirina alîkarîyên mirovahî li Sûrîyayê hin bi hin dûrî alîkarîyên lezgîn yên ku jîyanê diparêzin dikeve ber bi jinûavakirina deverên rûxandî ji bo alîkarîya Sûrîyan bikin ku vegerin welatê xwe, komîteya Xaça Sor ya navdewletî Çarşemê (2ê Gulanê) ragihand.

Peter Maurer got xuya dibe ku kêferat dê têkeve qonaxeke nû de, bi piçek kêlîyên "cenga mezin" û dibe derfetek be bo peydakirina hestê bi normalîyê li ba bêwarên Sûrî piştî heft salan ji tundîyê, AFP ragihand.

"Sûrîya li gorî me pir cuda ye ji Sûrîyaya par an jî ya berî du salan," Maurer got.

Her wekî xuya dike ku rewş li gelek beşên welat aram e, Maurer got ew pêşbînî dike ku dê guhertinekê bibîne dûrî fokoskirina li ser alîkarîya seretayî ber bi dubare damezrandina xizmetguzarîyan li deverên ku xelk dixwazin vegerin wan.

"Li gorî me pir girîng e ku em nûpêgehandinê bi dest bixin", wî got.

Maurer balkişand ku Sûrîya aniha dabeşkirî li ser deverine destnîşankirî, û got ku dixuye "aktorên mezin" amade ne ji kar re ber bi "yekdengîya rawestandina şer û derbasbûna qonaxeke aramîtir".

"Dilê min ji min re dibêje ku em di kêlîyeke girîng de dijîn," wî got, û da zanîn ku tevî rewş di arastekî "xeternak" de bi pêş dikeve, "em derbasî serdema paş-cenga mezin dibin".

Xwezaya alkarîiyê dê li gelek cihan pêş bikeve dûrî alîkarîya demkî ber bi "çalakîyên parastinê" ve, wî got, mîna alîkarîkirina di nûdamezrandina xizmetên bingehîn de û alîkarîkirina xelkê di dîtina endamên wendayî yê malbatên wan de.

Xaça Sor got wê dora 13,000 dawakarî wergirtine ji xelkên ku li hezkirîyên xwe digerin ji destpêka alozîyê ve, û hejmara dawakarîyan bi rêjeya 25% di 2017an de zêde bûye.

Maurer got ku ev zêdebûn nîşan daye ku xelk nema bi tenê guhlêdanê li hewcedarîyên demkî dike lêbelê baldarîyê li li pêwîstîyên berferehtir dike.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500