Nûçeyên Iraqê

Bi dehan tundrew digihin bakurê Sûrîyayê di çarçoveya lihevkirineke derxistinê de

Bi dehan tundrew gihane bakurê Sûrîyayê Îro Sêşemê (1ê Gulanê) di çarçoveya lihevkirineke bi rêjîmê re bo terkandina devera xwe li başûrê Şamê, AFP ragihand.

Çekdarên hevbendîya Tehrîr el-Şam derengîya roja Duşemê hatin veguhestin ji taxa Yermûkê di çarçoveya lihevkirinekê de ku rojekê berê hat îlankirinhatin.

Îro Sêşemê zû, çekdarên hevbendîyê û sivîl gihane parêzgeha Helebê ya li bakur berî ku ber bi parêzgeha Idlibê ya hevtixûb ve werin guhestin.

Li devera Êsê ya Helebê, nûçegehanehî AFP çekdarinên rûnuxumandî ji basê daketin û fişek di hewyê de berdan berî ew wan kesên gihane hembêz bikin bo bixêrhatinakirina wan.

Ajansa nûçeyan ya fermî ya rejîmê SANA got ku 200 kes derengîya roja Duşemê ji Yermûkê derketin, lê berpirsyarekî ji Tehrîr el-Şam got ku karwana gihişte Êsê tenê 108 çekdaran dihewandin, ligel 17 jinan û 16 zarokan.

Yeksan di çarçoveya heman lihevkirinê de, SANA got ku bi dehan sivîl gihane Êsê ji gelek deveran li Idlibê.

Di nav wan de pênc nexweş û 18 kesên hevrê bi wan re ji deverên Fûa û kefreyayê yên dorpêçkirî hebûn, ligel 42 kesan ji devera Îştebreqê, cihê ku ew ji sala 2015an de tê de girewek bûn.

Ev bêtirî hefteyekê ye, artêş bi êrîşeke serbazî zextê dike daku Yermûk û deverên derdora wê vegerîne, cihê ku "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) lê hazir e.

Roja Sêşemê, nûçegehanekî din ê AFP dît balefirên rêjîmê Yermûkê bombebaran dikin, ya ku rojekê ji rojan kampa penaberên Felestînî ya herî mezin bû li welat, piştî ku şer li dijî çekdarên DAIŞê li wê derê 23 rojan dewam kir.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500