Nûçeyên Iraqê

NY dibêje hîn Reqaya Sûrîyayê "pir metirsîdar e " li ser kesên vegerayî

NY bi mebest alîkarîne rût dide asêgeha berê ya "Dewleta Îsalmî" (DAIŞ) li Reqayê daku rê li ber gelek sivîlan bigire ku werin tirsnaktirîn deverên Sûrîyayê, AFP Sêşemê (24ê Nîsanê) ragihand.

Berpirsiyarekî ji Bernameya Xwarinê ya Cîhanî got ku ajans naxwaze dest bi bernamene "pir xurt bike", çiku ew belkî bide xuyakirin ku bajarê Reqayê ewle ye.

"Ew ne ewle ye.Bi rastî divê tu kes li wir nejî ", Jakob Kern anî ser ziman.

Şiroveyên wî hatin piştî rabûna NY di vê mehê de bi yekemîn peywireke mirovahî li Reqayê ji gava ku ji DAIŞê rizgar bûye Cotmeha bihurî.

Hîn bajêr bi mayînan tijî ye, Kern got, ê ku berî çend hefteyan serlêdana Reqayê kir, bi kuştina du kesan re her roj, bi kêmanî, di rêya çandina mayîn û tiştine din ji amûrên neteqandî re.

Aniha Bernameya Xwarinê ya Cîhanî alîkarîyên xwarinê pêşkêşî 50,000 kes dike li Reqayê di rêya hevkarine xwecihî re li ser xakê, lê Kern got ku rêxistin karmendên xwe di vê demê de naşîne.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500