Nûçeyên Iraqê

Di pevçûnên Şamê de 18 çekdarên alîgirê rejîma Sûrîyayê tên kuştin

Herî kêm 18 çekdarên bi ser rejîma Sûrîyayê ve hatin kuştin di 24 seat ji pevçûnan de ku li başûrê Şamê qewimî bûn li dijî "Dewleta Îslamî" (DAIŞ), AFP roja Sêşemê (24ê Nîsanê) ragihand.

Bi vê yekê bi kêmanî 52 kes ji çekdarên bi ser rejîmê ve hatine kuştin di kêmî hefteyekê de ji destpêkirina operasyonên leşkerî yên li dijî Yermûkê û deverên derdorê wê, yên li jêr kontrola DAIŞê ne, Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov got.

Rewangehê got ku herî kêm 35 çekdarên tundrû di heman demê de hatin kuştin.

Derdora 1000 çekdarên DAIŞê li taxên başûrî yê paytextê, yê ku di çemberê de ne, mane.

Ji qada wan a li Yermûkê -- ya ku li koşka serokatî dinere li Şamê -- tundrûyan rokêt berdan navenda paytextê.

Li gorî ajansa SANA, ya ser bi rejîmê ve, pênc sivîl hatin kuştin roja Sêşemê gava ku Hawin bi ser wan de ket li bazargehekê.

Rewangehê got ku şer li erdê pir dijwar bû, gava ku DAIŞ berevanîyeke bêhêvî ji yek ji dawîn asêgehên xwe li welêt kir.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500