Nûçeyên Iraqê

Hêzên Îraqî du xwekujan li Bexdayê dikujin

Hêzên ewlekarîyê yên Îraqî du endamên terorîst kuştin, ên plan dikirin ku êrîşan bigirin ser mêvanên di şahîyên salvegera Îmam Kazim de li Bexdayê beşdar dibin, Fermandarîya Operasyonên Bexdayê roja Çarşemê (11ê Nîsanê) ragihand.

"Yekîneya Îstixbaratan di Fermandarîya Operasyonên Bexdayê de kemînek çêkir li malekê li devera Xedrayê li Termiyayê, li bakurê Bexdayê," fermandar, liwa Celîl Rubeyî, di daxuyanîyekê de got.

Dema ku du xwekujan ên yelekên teqîner li xwe dikirin nêzîkî malê dibûn, hêzên ewlekarîyê "gule avêtin wan û ew yekser kuştin", wî got.

"Wan plan dikir ku mêvanên olî li Bexdayê bikin armanc," Rubêyî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500