Nûçeyên Iraqê

Serbya 7 kesan bi sûcên têkildarê 'terorîzêm' li Sûriyê dad dike

Dadgehekê li Belgradê îro Çarşemê (4ê Nîsanê) heft kes bi 11-sal zindan ceza kirin ji ber tevlîbûna di rêzên komên tundrû de û tejnîdkirina çekdaran bo şerê Sûriyê, AFP ragihand.

Kesên doz li wan hatiye vekirin "tên dîtin sûcdar in bi gunehên têkildarî terorê û herwiha temwîlkirina terorîzmê û tejnîdkirin û rahînankirina çekdaran" da ku biçin Sûriyê, dadgeha têkildarê tawana rêxistinkirî di daxuyaniyekê de ragihand.

Ew hatin gunehbarkirin ku ew li herêma Belwanê û Rojavayê Ewropayê çalak bûn bo fînansekirin, tejnîdkirin û rahênankirina hejmarek ji welatiyên Sêrbî ji "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) û Eniya Nusra berê li Sûriyê.

Çar kesên doz li wan hatiye vekirin gunehên xwe red kirin. Sêyên din jî bêyî ku li wir bin hatin dadgehkirin û ceza li wan hatin birîn. Tê bawerkirin ku ew li Sûriyê hatine kuştin.

Mêran hukmên bi zindanên yên ji heft heta bi 11 salan wergirtin.

Parêzerên berevaniyê gotin ku ew dê hukim îstenaf bikin.

Dora 1,000 kesî ji welatên Belkan tên payîn ku berê xwe dabin Sûriyê û Îraqê ji 2012yan ve. Lê belê amarên fermî didin diyarkirin ku çûyîn bi awayekî dramatîkî kêm bûne ji 2016an ve piştî êrîşeke hikûmetê ku gumanbarê bi tundiyê kire armanc.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500