Nûçeyên Iraqê

Keçeke Êzîdî tê azadkirin û yê dîlker li Bexdayê hat girtin

Hêzên ewlekarîyê yên Îraqî keçeke Êzîdî ya ku ji alîyê endamê "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) li Bexdayê hatibû girtin azad kirin, Fermandarîya Operesyonê Bexdayê îro Çarşemê (28ê Adarê) got.

Herwiha dîlkerê wê jî, yê ku endamekî ya jê re tê gotin "wîlayeta Nînewayê" ya DAIŞê ye, di operasyonê de hat girtin, fermandarîyê di daxuyanîyekê de got.

Hêzên ewlekarîyê "keçeke Êzîdî ya 14 salî, xelkê Mûsilê ye, azad kirin li taxa Şaib ya dikeve bakur û rojhilatê Bexdaya paytext, daxuyanîyê got.

Dîlkerê keçikê li xwe mikur hat ku wî hejmarek ji operesyonên terorîst cîbicî kirin, di nav wan de ravandina keçên Êzîdî, daxuyanîyê got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500