Nûçeyên Iraqê

Îraq operasyoneke mezin ya qaçaxkirina entîkan têk dibe

Hêzên ewlekarî yên Îraqê operasyoneke berfereh ya qaçaxkirina antîkên ku nirxên wan mîlyonên dolaran bûn têk birin, Birêveberiya Hewalgirên Serbazî îro Sêşemê (13ê Adarê) ragihand.

"Bi alîkarîya Beşê Ewlekarîya Aborî li parêzgeha Wasitê, Istixbaratên serbazî bi dizî derbasî nav koma qaçaxkirina entîkan bû û operasyoneke qaçaxkirina entîkan a herî mezin têk bir," rêveberîyê di daxuyanîyekê de got.

Qaçaxçî li taxa Nemanîyayê hatin dorpêçkirin û di "kemîneke bi zanebûn plankirî" de hatin girtin, daxuyanîyê got, wê anî ziman ku wan dest danî ser du navgînên bi wan re.

Navgînan "hunerên bi dest çêkirî yên kêmpeyda, di nav wan de 22 peykerên kêmpeyda yên vedigerin serdema kevnar, şeş parçeyên keviran ên kêmpeyda û giranbuha û çar polikên neqşên kevin li ser wan", dihewandin, daxuyanîyê eşkere kir.

"Pisporên entîkan texmîn dikin ku nirxê parçeyên hatî qaçaxkirin digihe dehên mîlyonan, lêbelê hin pisporên din dibêjin ku ew pir giranbuha ne," daxuyanîyê got.

Qaçaxçî çûne ber dest dadwerîyê li gorî mercên bendê 44ê ji qanûna sizakirinê û Qanûna Entîkan a hejmara 55ê a sala 2002an, daxuyanîyê got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500