Nûçeyên Iraqê

NY: Zarok bi awayekî zêde di şerê li Sûrîyayê de rastî xeterîyê tên

Zarok rastî xeteriyeke mezintir tên bêhtir ji berê di şerê li Sûrîyayê yê wêranker de, NY îro Duşemê (12ê Adarê) got dema ku şer ber bi sala heştem ve diçe, AFP ragihand.

Rêxistina zarokan a NY ya UNICEFê ragihand ku bi rêjeya 50% hejmara zarokên ku di şer de hatin kuştin zêde bûye sala borî eger em berhev bikin bi sala buhurî re.

"Di sala 2017an de, tundîya dijwar û ketûber hejmara herî mezin ji zarokan kuşt -- bi rêjeya 50% bêhtir ji sala 2016an," rêxistinê got, anî ziman jî ku sala 2018an ji destpêka xwe ve sala herî bed bû.

Bêtir ji 200 zarokan di bombebarankirina rêjîma Sûrî de ji meha Sibatê ve li Xûtaya Rojhilatî hatine Kuştin, li gorî Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov.

Rewangeh dibêje ku zarok dora pênceyekê ji qurbanîyên sivîl di êrîşê de pêk tênin.

Li gorî ajansa NY, dora 3.3 milyon zarok li seranserê welat rastî xeteriyên teqemeniyan tên. Bi dehan dibistanên zarokan di sala 2017an bi tenê de hatin lêdan.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500