Nûçeyên Iraqê

NY: Êrîşa Rûsya li ser bazareke Sûrî dibe tawaneke cegê be

Hêzên Rûsya perpirsyarên êrîşeke kûjêner bûn li ser sûkeke gelek xelk lê gihabûn hev li Sûrîyayê dawîya sala borî, peygerên NY îro Sêşemê (6ê Adarê) gotin, wan hişyarî da ku dibe êrîş bigihe asta "tawaneke cengê", AFP ragihand.

Êrîşên asmanî yên li ser sûkekê li Etaribê ya li jêr kontrola opozîsyonê ye li bakurê Sûrîyayê di 13ê Mijdara borî de herî kêm 84 kes kuştin, di nav wan de pênc zarok û dora 150 kesên din hatin birîndarkirin, Komîteya NY bo şopandina mafên mirov li Sûrîyayê di raporta xwe ya dawî de got.

"Komîteyê bikaranîna ne di rê de ji çekên hilweşêner re ji alîyê balrfirên şer ên Rûsî li devereke ku niştecîyên sivîl li bi cih in teqez kir," Pawlo Pinhêro serokê komîteyê got.

Wî "hejmareke mezin ji delîlan"destnîşan kir, di nav wan de hevpeyvînên bi şihûdan re û analîzên dadwerî ji wêne, vîdyo û sûretên bermayîyên çekan re, sûretên peykî û analîzkirina şopê, da ku piştgirîya encamên komîteyê bikin.

Lêkolînerên tawanên cengê mukur hatin ku "tu delîl nebûn destnîşan bikin ... ku êrîş ji qesd sivîl yan sûka Etaribê" kirine armanc.

Lê wan teqez kir ku "bikaranîna ne dê rê de ji bombeyan re, di nav wan de çekên hilweşêner, di devereke ku gelek niştecîyên sivîl lê gihane hev dibe ku bigihe asta tawana cengê ji ber kirina êrîşên nişkî".

Pinhêro destnîşan kir ku dibe bikaranîna çekin destnîşankirî li deverên sivîl "jixweber ve digihin asta tawaneke cengê ... ji ber xwezaya çekên hatine bikaranîn."

Herwiha roja Sêşemê, balefireke guhestinê ya Rûsî hat ruxandin dema li baregeha Rûsî Himêmîmê li Sûrîyayê dadket, 32 tê de hatin kuştin, wezareta berevanîyê di daxuyanîyekê de, ku RIA Novostî weşand, got.

Wezaretê got ku 26 rêwî û şeş ji tîmê li ser pişta wê bûn.

"Sedema ruxandinê li gor agahîyên seretayî dibe ku çewtîyeke teknîkî be," wezaretê anî ziman, wê got ku tu kes fîşek navêtine wê.

Guhêzer dora 500 metran dûrî besterobarê bû, daxuyanîyê got.

Bûyera dawî qewimî piştî balefira serbazî Suxoy hat ruxandin dema wê hewl dida ji Himêmîmê rabe di Cotmeha sala par de, du ji taximê wê hatin kuştin.

Xesara serbazî ya ku Rûsya bi awayekî fermî li wê mukur hat di şerê li Sûrîyayê de meha borî bû dema ku balefirvanekî wê tê de hat kuştin piştî balefira wî li ser parêzgeha Idlibê hat daxistin.

Wendahiyên serbazî yên fermî yên Rûsya di şer de berî ruxandinê 45 bûn.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500