Hêzên polîsê Kerkûkê roja Yekşemê (4ê adarê) êrîşeke ji alîyê endamên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) li ser gundê Ebasî li başûr-rojavayê Kerkûkê têk birin.
Heft ji êrîşkeran hatin kuştin dema hêzên polîs li êrîşekê ku xalên pêşkinînê ên ewlekarî û mexfera polîs li Ebasî dikirin armanc vegerand, muqedem Elî Malelah ji fermandarîya polîsê Kerkûkêji Diyaruna re got.
"Heft terorîst, di nav wan de xwekujek, hatin kuştin û dora pênc çekdarên din reviyan cihekî nediyar, lê em aniha li wan digerin," wî got.
"Endamên ewlekarîyê di şeran de birîndar bûn," wî anî ziman.