Nûçeyên Iraqê

Polîsê Bexdayê komeke kujêner li bandeke bazirgenîkirina bi mirovan dide

Bandeke bazirganîkirina bi mirovan hat giritin di xarekê de li Bexdayê roja Yekşemê (4ê Adarê), Wezareta Karê Hundir a Îraqî Duşemê got.

"Endamên bandeke taybet bi bazirganîkirina bi mirovan hat girtin di êrîşeke polîs de dema ku wan hewl da ku keçeke 17-salî bi 7,000 $ li Dorayê li Bexdayê bifroşin," Ofîsa Mufetişê Giştî ku ser bi wezaretê ve ye di daxuyaniyekê de got.

Girtinên ku ji aliyê yekîniyeke ewlekariyê li gel Rêveberiya Teftîşa Bexdayê pêk hatin li gorî agahiyên hewalgirî yên ku hatibûn ber destê Mufetişê Giştî bûn, daxuyaniyê got.

Bandê hewl dida ku keçê bifiroşe ji ber meremên "bikaranîna wê di laşfiroşiyê û bazirganîkirina bi mirovan de", daxuyaniyê got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500