Nûçeyên Iraqê

Du serkêşên mezin ên DAIŞê li başûrê Mûsilê hatin girtin

Du serkêşên mezin ên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) hatin girtin li gundekî li başûrê Mûsilê, Polîsê Îraqî yê parêzgeha Nînewayê Sêşemê (27ê Sibatê) ragihand.

"Hêzên Îraqî, li gor agahiyên hewalgirî, nas kir ku waliyê Geyarayê yê DAIŞê, Idrîs Qayid Ebû Meryem, li gel muftiyê DAIŞê Salim Lahibî, derbasî gundê Hûd li Geyarayê bûn bi bikaranîna nasnameyên sexte," berdevkê fermandariyê, emîd Mihemed Cibûrî got.

Wî got ku hêzên Îraqî bi temamî gund dorpêç kirin û êrîş birin ser xaniyê ku endamên DAIŞê lê diman, û ew yekser girtin.

"Ew du serkêşên xeternak in ku bi DAIŞê re dixebitîn ji dema ku wê ji Sûriyayê berê xwe da Îraqê," Cibûrî ji Diyarûna re got.

Wan di çendîn êrîşên terorî de cih girtibû, û wan fermana pêkanîna sêdarekirinan dabû bi behaneya "kufr û vegera ji olê", wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500